Serokê nû yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê hat diyarkirin

  2019-01-31 17:45      331 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê nû yê Civata Parêzgeha Kerkûkê hat diyarkirin

Desteya Bala ya Hevahengiya Nêvbera Parêzgehan, bi resmî endamê herî bi temen yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê erkdar kir ji bo birêvebirina karên Civata Parêzgehê. 
Endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi PUKNOW ragihand; her sê serokatiyên Iraqê, razîbûna xwe nîşan dan ku bi resmî endamê herî bi temen yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Cemal Mewlud bê erkdarkirin ji bo rêvebirina karên encumena parêzgehê li şûna serokê berê ye encumenê Rêbuwar Talebanî. 
Hat aşkerekirin ku îmzeyên 19 endamên encumenê li ser wê nivîsêye, da ku Cemal Mewlud bê erkdarkirin ji bo rêvberina karên Encumena Parêzgeha Kerkûkê. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî