Şeş Fraksiyonên Kurdistanî li Parlementoya Iraqê hewlên xwe rêkdixin

  2019-01-22 15:24      319 Car hatiye dîtin        Şîrove
Şeş Fraksiyonên Kurdistanî ji bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê rêkkeftin

Şeş Fraksiyonên Kurdistanî li Parlementoya Iraqê, ji bo bidestxistina mafên xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên qutkirî, hewlên xwe rêkdixin.
Şeş Fraksiyonên Kurdistanî, roja Duşemiyê (21-01-2019) li Bexdadê bi serpereştiya Cîgirê Diyem yê Serokê Parlementoya Iraqê civiyan û encamên civînê bi daxuyaniyek hevbeş bi raya giştî re par ve kirin. 
Di daxuyaniya nivîskî ya hevbeş de her şeş fraksiyon li ser van xalan lihev kirin:
Yekem – Fraksiyonên Kurydistanî, daxwazên parêzgehên Besre û Neynewayê erênî dizanin.
Duyem – Hewlên xwe dê bixin ger ji bo bidestxistina mafên xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên qutkirî, bi taybetî di derbarê budceyê de û di vê çarçoveyê de daxwaz ji herdû hikûmetên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal dikin ku pêbend bin bi yasaya budce ya Iraqê, piştî pesendkirina wê. 
Sêyem – Teqezî li ser girîngiya hevahengiya nûnerên Kurd, hikûmeta Herêma Kurdistanê û karbidestên Kurd yên li Bexdadê, kirin.
Çarem – Fraksiyonên Kurdistanî hevrabûn li ser girîngiya şefafiyetê li ser dosyeya petrola Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyên qutkirî. Herwiha, hevra bûn li ser baştirkirina peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistanê û Bexdad ê.
Pêncem – Fraksiyonên Kurydistanî, li ser domandina civînên hevpar bi awayekî ku heyvane bicivin û gotûbêj li ser pirsên peywendîdar bi jiyana xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên qutkirî, bikin. 
Fraksiyonên beşdarî kirin e:
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Tevgera Goran
Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî
Yekgirtiya Îslamî a Kurdistanê
Komela Îslamî a Kurdistanê
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî