Yekrîziya Kurd ji bo mayîna statuya Herêma Kurdistanê pêwîstiyek zarûrî ye
2021-05-19 22:05     729 Car hatiye dîtin      Şîrove
Jeanine Plasschaert: Êdî nabe Herêma Kurdistanê bi ser herêma kesk yan zer yan her rengekî din bê parvekirin
Nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li İraqê Jeanine Plasschaert, ragihand ku êdî nabe Herêma Kurdistanê bi ser du navçeyên zer û kesk yan her rengekî din ve bê parvekirin û niha, dema aşbûn û yekgirtinê hatiye.
Jeanine Plasschaert, îro (19-05-2021), li Hewlêrê, beşdarî konferansa “yekrîzî û destûr”kir.
Jeanine Plasschaert di axaftina xwe de ragihand ku Kurdistaneke bihêz wate karîna wê ye ku bikaribe bi awayê herî baş berjewendiyên xwe biparêze, berovajî jiber lewaziyê dê parçe parçe bibe.
Nûnera taybet ye Sekreterê Giştî yê NY, got: “Herêma Kurdistanê edî nabe bi ser du navçeyên kesk û zer yan bi ser her rengekî din ve bê parvekirin. Bi rastî, dema aştî û yekgirtinê hatiye ji bo îstîkrara siyasî pêk bê”.
“Ya ku ez dixwazim bêjim eve; qed wiha nezanin ev cûrê otonomiyê her bi mîsogerî heta hetayî dê bimîne; her jiber vê jî yekrîzî ji bo mayîna wê statuyê, pêwîstiyekî zarûrî ye”.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir