Li Herêma Kurdistanê qedexeya çûn û hatina otomobîl û piyade destpê dike

  2021-04-08 07:16      379 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qedexeya çûn û hatinê ji demjimêr 20:00ê şevê destpê dike heta demjimêr 06:00 ê sibehê

Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, di çarçoveya tedbirên rêgiritn li êşa koronayê de, biryar da qedexeya çûn û hatina otomobîlan li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Hebebce, li îdareyên Germiyan û Raperînê û tev yekeyên rêveberiyan bê cîbicîkirin.
Qedexeya çûn  hatinê ji demjimêr 20:00ê destpê bike heta 06:00ê sibehê.
Qedexeya çûn û hatine, îro (08-04-2021) destpê dike û heta 12ê vê heyvê demjimêr 20:00 ê evarêê dê bê cîbicîkirin. 
Di dema cîbicîkirina qedexeyê de tenê otomobîlên ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û nêvdewletî, hevpeymaniya nêvdewletî, dîplomatkar, hêzên ewlehî û tîmên tenduristiyê, şîrketên neftê û peywendiyê, ambulans û rojnamevan di dema erkê resmî de dê bikarin derkevin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî