Naveroka Maddeya 11 ya taybet bi para Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya İraqê de
Teksta Maddeya 11 ya di projeyasaya budceya giştî ya İraqa Federal ya Sala 2021ê de:
Yekem:
Dest bi rêkirina heqên darayî yên nêvbera hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê bê kirin ji sala 2004 heta 2020ê, paşê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal bi hemahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêmê dê bi karê hûrgilîkirina wan zanyariyan ve rabe û aşkerekirina jimêryariya dawîn ya pesendkirî ji aliyê Çavdêriya Darayî ya Federal ve, bi wê rêyê hinek dahatê bidestketî û xercî tên zelalkirin, piştî ku xerciyên esas jê tê derxistin, ew pare jî tê destnîşankirin ku di çarçoveya xerciyan de dê li ber Herêmê dikeve.
Duyem:
A – Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend be ku rojane hinekî neftê berhem bîne ku rêjeya wê nabe ji 460 hezar bermîl kemtir be û hinekî pêwîst jê tê derxistin bi armanca dabînkirina mesrefê berhemanîn û veguhestinê û piştî wê zanyariyên pêwîst di derbarê wê de tê pêşkêşkirin, herwiha hinek ji bo bikarbirina nêvxwe dibe û hinek jî wek para Heremê ji petrodolarê be, divê dahatê firoştina rojane 250 hezar bermîl bi nirxê Kompanyaya Soma bide bi hikûmeta Federal.
B – Benda A bi hemahengiya nêvbera Wezareta Petrolê ya Federal û Wezareta Samanên Sirûştî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bê cîbicîkirin.
C – Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend be bi radestkirina dahatê ne neftiyê bi xezîneya welêt, pişgirêdan bi yasaya birêvebirina darayî ya Federal, Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal bi hemahengî ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hûrgiliyê li ser wan zanyariyan bike ku peywendîdarê bi wan dahatan.
D – Divê pirsgirêka hemû wan pareyan bê çareserkirin ku bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ku di bingehîn de pareyê Banka Bazirganî ya İraqê ye û ji aliyê bankên din yên resmî û taybet ve hatine hilgirtin, Wezareta Darayî ya Federal jî ji sala darayî ya 2021ê ve û di dema 7 salan û heyvane wan deynan bi jêbirînê ji para Herêma Kurdistanê dê wergbigre.
Z – Piştî ku Herêma Kurdistanê bendên A, B, C û D yên vê maddeyê cîbicî kir, vêca hikûmeta Federal dê pêbend be bi şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê wek vê yasayê û lîsteyên pê ve hatin e.
Sêyem:
Herêma Kurdistanê hatiye pêbendkirin ku heta 30-06-2021ê, zanyariyê li ser hejmara fermanberan, vêca çi fermanberên şaristanî yaxûd serbazî bin, bide bi Wezareta Darayî ya Federal, Piştî ku ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û bi hemahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêmê dê hûrgilî li ser bê kirin, zanyarî jî ligor pile û navnîşana pişteyî û regez hatine beşbeşkirin, jimareya fermanberan jî ligor xişteya hêza kar dê bê desnîşankirin.
Çarem:
Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend be bi xerckirina maşên fermanberan ji wê pareyê di nêv budceya Herêm de wek “qerebûya fermanberan” (dayîna xisara fermanberan) biryar li ser hatiye dayîn, divê di nêv budceya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021ê de miaşên fermanberan li pêş her xerciyekî din bê danîn.
Puknow
Metîn Mihemed