Mizgeft û cîhên olî yên Herêma Kurdistanê tên daxistin

  2021-04-01 10:10      264 Car hatiye dîtin        Şîrove
Jiber koronayê mizgevt, dêr û cîhên din yên olî tên daxistin

Lijneya Bilind ya Rûbirûbûna Vîrusa Koronoyê, jiber bilindbûna astê belavbûna şewba koronayê û zêdebûna rêjeya jiyanjidestanê, biryar da mizgeft, dêr û hemû cîhên olî yên Herêma Kurdistanê, ji yekê vê heyvê (01-04-2021) heta roja dehê heman heyvê (10-04-2021) bên daxistin.
Herwiha, daxwaz hatiye kirin ku rê bi lidarxistina çi merasîm û berhevbûnên olî û civakî li nêv û derveyî wan cîhan neyê dayîn, wekî navendên perwerdehiyê û cîhên din ku zêdetir ji sê heftiyane hatine daxistin. 

Ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna vîrusê, rojên Penceşeman jî wek rojên bêhnvedanê (Înî û Şemî) hat diyarkirin.

Hevdem, lijneya rûbirûbûna koronayê, biryar jî da ku rojên Pêncşem, Înî û Şemiyê hatûçûn di nêvbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û yên İraqê de bê qedexekirin. 
Ligor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistane yên duhî (01-04-2021), 981 kes tûşî koronayê bûne û 10 nexweşên koronayê jî canên xwe ji dest dane. 
Puknow
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî