Hêzên Amerîkayê hatine Kerkûkê û wê li Kerkûkê bimînin

  2019-01-08 11:22      305 Car hatiye dîtin        Şîrove
Fermandar Westa Resûl

Fermandarê Eniya Çar ya Pêşmerge li Kerkûkê Westa Resûl, aşkere kir ku jimareyek ji hêzên Amerîkayê hatine bajarê Kerkûkê û beşek ji wê hêzê dê li Kerkûkê bimînin. 
Hoste Resûl, da zanîn; ji zû ve daxwaza pêkanîna navendekî hevahengiyê di nêvbera hêzên iraqî û hêzên Pêşmerge û serpereştîkirina wê ji Amerîkayê kirin e û got: “mercê me ewe ku paş durustbûna wê navendê nabe Heşdî Şeibî li navçeyê bimîne; çunkî, wek Hêza Pêşmerge, em serederiyê bi Artêşa Iraqê û hêzên ser bi wezareta navxwe dikin, serederiya me ligel Heşdî Şeibî nabe, dibe ku ew ji bo navçeyên şîenîşînan yên xwar Kerkûkê vekişin”.
Herwiha diyar kir; dibe ku erkê sereke yê hêza Amerîkayê  wek sîvana komkirina hêzên Iraq û Pêşmerge be; lê, cîhê hêza Iraqê nagre. 
Westa Resûl, hebûna ew hêza Amerîkayê li Kerkûkê di vê demê de bi girîng zanî bi taybetî paş 16 Cotmehê ku di nêvbera herdu aliyan de rik û dijminatî durust bûye. Ji bo çespandina aştiyê li sînorê Kerkûkê jî giranbuha zanî. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî