Parêzgarê Hewlêrê jiber koronayê koça dawî kir
2020-11-18 13:10     350 Car hatiye dîtin      Şîrove
Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî li Tirkiyê jiber êşa koronayê canê xwe jidest da
Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî, paş nêzîkî heyvekê ji pêketina bi êşa koronayê, vê sibehê (18-11-2020) jiber vîrusa koronayê canê xwe jidest da.
Dr. Firset Sofî, sêyê vê heyvê ji bo tedaviyê ji bo derveyî welêt hatibû veguhestin.
Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd, ragihand; Parêzgarê Hewlêrê, vê sibehê, jiber vîrusa koronayê, li Enqerê, koça dawî kiriye.
Dr. Firset Sofî 21ê Gulana 1978ê li bajarokê Çomanê hatiye Dinê. Ji heyva Îlona sala bihurî ve Parêzgarê Hewlêrê bû.
Doktaraya wî di yasaya giştî de heye. Mamostayê Zanîngeha Polîteknîk ya Hewlêrê bû. Paşê endamê xula çarem ya Parlementoya Kurdistanê bû.
Dr. Firset Sofî endamê desteya şêwirî ya yasayî bû li Serokatiya Herêma Kurdistanê.
Herwiha, endamê lijneya nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê û endamê lijneya bilind ya çaksaziyê bû.
Tê çaverêkirin, termê Dr. Firset Sofî, sibê ji Tirkiyê bê anîn û paş merasîmeke rêzgirtinê bi xakê bê sipartin.
puknow
Babetên zêdetir