Roja Ala Kurdistanê hate pîrazkirin
2018-12-17 19:37     500 Car hatiye dîtin      Şîrove
Roja Ala Kurdistanê girabuha hate zanîn
Hemû salek roja 17’ê Kanûnê roja Ala Kurdistanê ye û bi çalakiyên cûrbicûr tê pîrozkirin.
Îsal jî merasîm û çalakiyên akademîsyenan bi helkefta roja Ala Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdistanê û derveyî welêt, bi rêve çûn.
Ala Kurdistanê, ji himaya rojê ku li naverasta rengên sor û spî û zer cîh digre pêk tê. Wateya rengên Ala Kurdistanê:
Sor: şoreş, xwîna şehîdan, hêz û wêrekî.
Spî: aştî û aramî.
Kesk: niştiman û srûşt.
Zer: Ronahî, agir, birîsk.
Parlementoya Kurdistanê di sala 2009’ê de biryar da ku 17’ê Kanunê wek roja Ala Kurdistanê be û hemû salek di wê rojê de alên li ser hemû sazî û dezgehên resmî bên guhertin û yên nû bên bilindkirin.
17’ê Kanûn 1946’ê de Ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên Komara Kurdistanê hatibû bilindkirin.
Puknow – mms
Babetên zêdetir