Nadiya Mûrad xelata xwe ji bo avakirina nexweşxaneyekê terxan dike

  2018-12-16 00:14      333 Car hatiye dîtin        Şîrove
Nadiya Mûrad nexweşxaneyek taybet bi tûndûtijiya seksî ava dike

Nadiya Mûrad ku Xelata Nobelê a 2018’ê wergirtiye, li Şengalê dê nexweşxaneyekê taybet bi tedavîkirina qurbaniyên tûndûtîjiya seksî, ava bike. 
Nadiya Mûrad ji bo çapemeniyê ragihand; Xelata Nobelê ku buhayê bi milyonek dolar tê texmînkirin, dê ji bo avakirina nexweşxaneyekê li Şengalê terxan bike û nexweşxane dê taybet be bi çareserkirina wan jinan ku di şerê terorîstên DAIŞê de rastî tûndûtîjiya seksî hatine. 
Nadiya Mûrad sapasî hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kir ku razîbûna xwe li ser projeya wê nîşan dane û da zanîn ku di demek nêz de ewê peywendiyê bi rêkxistinên mirovî bike, da ku destekê bidin û dest bi avakirina nexweşxaneyê bikin.
Nadiya Murad ku ji destê DAIŞê rizgar buye û Dînîs Mokoîgiyê Kongoyî, bi hevbeşî Xelata Nobelê a Aştîyê ya 2018’ê, wergirtin.
Puknow 
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî