Îro Roja Cîhanî a Têkoşîna Dijî Nexweşiya AIDSê ye

  2018-12-01 13:32      295 Car hatiye dîtin        Şîrove
Têkoşîn dijî nexweşiya AIDSê didome

Di roja cîhanî a “têkoşîna dijî nexweşiya AIDSê” de Wezareta Tenduristî a Herêma Kurdistanê, ragihand; di nêvbera salên 1986 – 2018’ê de 32 kes li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya AIDSê ketin e; 9 ji wana ji regeza mê û 23 jî ji regeza nêrin.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku hemû ew kesên bi vê nexweşiyê ketine di jêr çavdêriya bijîşkî de ne li beşê kontrolkirina nexweşiya AIDSê de. 
Wezareta Tenduristyê di daxuyaniya nivîskî de da zanîn ku di sala 2018’ê de 6 kes bi vê nexweşiyê ketine.
Herwiha, da zanîn; salane, 350 hezar pişkinînên vayrosa HIVê ku sedema nexweşiya AIDSê ye ji bo hemwelatiyan û biyaniyan tê kirin. 
Puknow – Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî