Pêşmerge û Artêşa İraqê li ser çend xalan lihev kirin

  2020-10-14 12:17      400 Car hatiye dîtin        Şîrove
Wezareta Pêşmerge û Artêşa İraqê jûrên operasyonan yên hevbeş pêk tînin

Lijneya hevbeş ya hemahengiya serbazî û ewlehiyê ya nêvbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexdadê, roja Sêşemmê (13-10-2020), li Bexdadê civiya.
Di civînê de gotûbêj li ser rewşa ewlehiyê bi dirêjahiya hêla cûdaker ya navbera herdu aliyan, hat kirin. 
Fermandariya Operasyonên Hevbeş yê İraqê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku gotûbêj li ser gefên li ser ewlehiyê, nehiştina çeteyên DAIŞê, tedbîrên serbazî û ewlehiyê û tijîkirina valahiyê nêvbera herdu aliyan, hatiye kirin û di encam de herdu alî li ser van xalan rêkevtin e:
-Vekirina navendên sereke yên hemahengiya ewlehiyê li Bexdad û Hewlêr ê. 
-Pêkanîna çend lijneyekî ewlehî û serbazî yên meydanî yên hevbeş  ji bo nirxandina pirsên ewlehiyê.
-Destpekirina bi karên ewlehî û serbazî li kertên Diyale ji bo demezrandina navenda hemahengiya ewlehiyê ya hevbeş; li ser mekanîzmaya karê xalên pişkinînê, peywendîkirina hevbeş û plandanîn ji bo cîbicîkirina operasyonên serbazî û ewlehî yên hevbeş dijî teror û tawankariyê. 
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di derbarê rêkevtinê de bi rojnamevanan ragihand; ev rêkevtin du xalên grîng li xwe digre. Yekem damezrandina navendên serekiyê li Hewlêr û Bexdadê ku heta dawiya vê heyvê dê bên damezrandin. Duyem, lijneyên tên pêkanîn dê li Diyale bicivin ji bo damezrandina navenda Diyale li Xaneqînê.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî