Eger Turkiye deriyê gotûbêjê veke, xwasta Kurd ya gotûbêjê heye
Siyasetmedar û rewşenbîr Mela Bextiyar, duhî (06-09-2020), li Silêmanî, pêşwazî li rêveberên kanalên televizyonî Stêrk Tv û Aryan Tv kir.
Mela Bextiyar, bi giştî rola dezgehên ragihandinê bi taybetî kanalên televizyonî di çareserkirina pirsgrêkan de ku di xizmeta giştî û neteweyî de bin û di çarçoveya bergeha teng ya bîrdoziyê de nemîn granbuha zanî û diyar kir divê dezgehên ragihandinê dive hemû rehendên din yên jiyanê liber çavan bigre, wek aliyên çand û huner, demokrasî, medeniyet e.
Kurd divê bi yekgirtiyî û bi hêzekî mezin ji bo her pêşkevtinekê amade be
Mela Bextiyar di beşekî din axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgrêkên navxweyî, heremî û nêvdewletî yên rûbirû Kurd dibin û rasterast bandorê li ser netewa Kurdi dike û ragihand ku dema dewletên mezin yên herêmî û cîhanî ji bo çareserkirina pirsgrêk xwe berhev dibin liser hesabê neteweyekî din, pêwîste Netewa Kurd jî bîr li çareseriya pirsgrêkên xwe bike.
Mela Bextiyar, got: “dewletên mezin her dema bixwazin çareseriyê ji bo xwe peyda dikin, daku ji krîz û pirsan xwe rizgar bikin; lê, pirsyar ewe neteweyek wek ya me ku dewleta wê nine, divê çi bike eger ev dewletên bihêz lihevkirin û çareserî ji bo pirsên xwe dîtin. Di demekê de ku Kurd, niha gellekî belawelaye, yek lîder û yek raberê wê nîne, yek partî û bîrdozî û hizra wê nîne di dirokê jî de serhildan û xebata Kurd bi heman awayî belawele bû ye. Li hemû parçeyên Kurdistanê gellek pirsgrêkên me hene û nakokîn ligel yekûdu, peywendiyekî stratejîk di nêvbera partiyan de nîne li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava, herçende gotûbêj di navbera wan de heye; lê ew peywendiya stratejîk nîne ku bikaribe bi yekdestî rê li pîlangeriyan bigre û bawerî jî di nêvbera me de nîne. Di dema rêkevtina wan dewletên ku nakokin, qed nabe em ji wan çaverê çareseriya Kurd bikin; divê em bi xwe bi yekgirtiyî û bi hêzekî mezin ya xwe ji bo wan pêşkevtinan amade bin”.
Pirsa Kurd bi rêya hêz û şer çareser na be, diyalog tekane rêya çareseriyê ye
Bextiyar, da zanîn ku herçende Turkiye liser çewsandina Kurd berdewame û heta niha jî neheqî û zilm li Zimanê Kurdî û Pirsa Kurd tê kirin ku paş 3 heyvan îro operasyonên xwe yên dijî PKKê rawestand, zelal bû ku Turkiye nikare bi rêya hêz û şer pirsa neteweyekî an siyasî çareser bike. PKK jî nabe heta hetayî bixwaze bi çek û şer pirsa xwe ligel dewletê çareser bike ku ez dilniya me, eger Turkiye deriyê gotûbêjê veke, xwasta Kurd ya gotûbêjê heye.
Mela Bextiyar, xebat demokartîk, rêyên aştî û diyalogê ji bo çareserkirina arîşan û Pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê û hemû beşên din yên Kurdistanê granbuha zanî û tekez kir ku wek raboriyê dê berdewam be li ser helwestên xwe yên zelal û aşkere û dê vê siyasetê bidomîn e, daku bikaribe dûr jî şer û kuştariyê bi yekgirtiyî û gotarekî demokrasî û netewiyane, xwe ji bo her pêşkevtinekê amade bikin.
Puknow
Metîn Mihemed