Xula Pêncem ya Parlementoya Kurdistanê dicive

  2018-11-02 18:47      440 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji bo valahiya yasayî durust nebe, hewceye Parlementoya Kurdistanê 6ê vê heyvê bicive

Xula Pêncem a Parlementoya Kurdistanê 6 Mijdar 2018ê yekemîn civîna xwe lidar bixe û heman roj dawî bi Xula Çarem a Parlementoyê tê. 
Parlementerê Xula Pêncem ya Parlementoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq bi PUKNOW, ragihand; paş pesendkirina encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê (30 Îlon 2018), divê di heyama 10 rojan de Serokê Encumena Dadwerî vexwandinnameyê pêşkêş bi parlementoyê bike ji bo lidarxistina yekemîn civîna giştî. 
Dr. Rêwaz Fayeq, got: “eger di nêv 10 rojan de vexwandin nehatkirin, paş wê demê, divê, endamên parlementoyê demjimêr 12:00ê rûniştinê bikin û desteya serokatiyê hilbijêrin. Eger, aliyên siyasî di dema rûniştina yekemîn de li ser desteya serokatiya parlementoyê negîhiştin encamê, vêca divê civîn her bê kirin û neyê paşdexistin”.
Rêwaz Fayeq, da zanîn ku aliyê yekem yê serkeftî, divê destpêşxeriyê ji bo aliyên siyasî bike, ji bo rûniştin û lihevhatina li ser diyarkirina serokatiya parlementoyê; lê, heta niha, ew destpêşxerî nehatiyekirin û hamû aliyên siyasî çaverê ne.
Aşkere kir ku civîna 6 Mijdar 2018ê ji bo ku valahiya yasayî durust nebe, divê bê lidarxistin.
Puknow
 Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî