YNK û PDK pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê nirxandin

  2018-11-01 13:43      469 Car hatiye dîtin        Şîrove
Arif Teyfûr û Hakim Qadir Hemecan

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), îro (1 Mijdar 2018) li bajarê Silêmaniyê, civiyan.
Pirsên rojevê, pêkanîna hikûmeta siberojê a Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê, mijarên sereke yên civînê bûn.

Di civînekî rojnamevanî de Endamê Polîtburoya PDKê Arif Teyfûr, wiha axivî:
“Herçende, PDK xwediyê 45 kursiyên Parlementoya Kurdistanê ye, lê, em nikarin bê YNKê hikûmetê bi rêve bibin”.
“Eger, aliyên din beşdarî hikûmetê nebin, dikarin bibin opozîsyonekî avaker. Wê demê, em dikarin ligel YNKê hikûmeta nû pêk bînin”.
“Di budceya sala 2019ê ya Iraqê de dadperwerî nîne û divê para Herêma Kurdistanê ku ji % 17ê budceya Iraqê ye ji bo hikûmetê bê vegerandin”.
Endamê Desteya Kargêriya Polîtburoyê Hakm Qadir Hemecam jî got:
“Li gor ew hêza YNKê ku heye,li ser astê Kurdistan û Iraqê bûye xwedan pêgehekî xurt û dikare ligel PDKê hikûmetê pêk bînin”.
“Em hewl didin hikûmetekî şafaf pêk bînin bi cûrekî ku serwet û samanê Herêma Kurdistanê di xizmeta xelkê de be. Em wek YNKê, ji bo xizmeta zêdetir beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin. Erkê sereke yê YNK û PDK, wek di raboriyê de rûbirûbûna terorîstên DAIŞê ye”.
“YNK, hemû yasayên ku dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye, qebûl nake û vegera ji %17ê budceya Herêma Kurdistanê, erkê hemû aliyekî kurdiye”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî