Li Xaneqîn êrişek bombeyî rû da
2018-10-30 13:18     306 Car hatiye dîtin      Şîrove
|Serdankerên roja Aşûre rastî êrişa bombeyî hatin
Îro (30-10-2018) li navçeya Xaneqîn ya ser bi parêzgeha Diyale, li ser rêya Mezargeha Bawe Mehmûd, bombekî çandî teqiya. Jiber teqînê 2 jin şehîd bûn û jimareyekî din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, ew êrîş êrişekî terorîstî bûye û zîyaretkarên ku ji ber roja Aşûre serdana Mezargeha Bawe Mehmûd dikirin, kiriye armanc.
Herwiha, ligorî zanyariyên destpêkê, behsa wê yekê tê kirin, mînek ku li ser rê hatiye çandin, teqiyaye.
Puknow - mms
Babetên zêdetir