Adil Ebdulmehdî postê serokwezîriyê ji Ebadî wergirt
2018-10-25 22:36     561 Car hatiye dîtin      Şîrove
Heyder Ebadî postê serokwezîriyê radestî Adil Ebdulmehdî kir
Bi merasîmekî taybet, îro (25-10-2018) li Bexdadê, destbidestkirina postê serokwezîriya Iraqê, di nêvbera Heyder Ebadî û Adil Ebdulmehdî de, hat kirin.
Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ragihand; îro, kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, yekem civîna xwe saz dike û nabe bê jîbirkirin ku hikûmeta berê Iraqê destkeftên mezin ji bo Gelê Iraqê, pêk aniye.
Ebdulmehdî, got: “cîhe sanaziyê ye ku di atmosfereke demokrasiyê de alûvêra deshilatê hat kirin. Erkên giran li pêşiya serokwezîrê nû heye, divê bi hemahengiya hemû aliyan karên hene, serbixin.
Adil Ebdulmehdî, da zanîn ku ew dixwazin xwezayekî guncaw ji bo hemû iraqiyan pêk bînin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir