Deriyê YNKê ji bo diyalogê ligel aliyan vekiriye

  2018-10-21 15:15      416 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK ligel tebîniyan ji encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê raziye

Endamê Polîtburoyê û peyivdarê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre, îro (21-10-2018), li Hewlêrê di civînekî rojnamevanî de ragihand; YNK jiber berjewendiya welatiyan ji encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê raziye. 
Seidî Ehmed Pîrê, got: “deriyê YNKê ji bo gotûbêjê ligel aliyên siyasî bi armanca pêkanîna hikûmeta siberojê ya Herêma Kurdistanê vekiriye. Hewl bê dayîn, ew kêmasiyên ku di kabîneya raborî de hene, dubare nebin. Hewceye hikûmeta nû, rexsandina derfeta kar, dabînkirina ewlehî, asayîş û başkirina jiyana xelkê be”.
Derbarê peywendiyên YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de Seidî Ehmed Pîre bi bîrxist ku  YNKê ligel PDKê bi dehan tengasî li paş xwe hiştine û birêvebirina  Kurdistanê bi pileya yekem di stuyê YNK û PDKê de ye. 
Seidî Pîre, yekgirtiyiya Kurd li Bexdadê bi girîng zanî, bi taybetî di nêvbera YNK, PDK û Tevgera Goranê de. 
Seidî Pîrê, diyar kir ku divê bi lez parêzgarek ji bo Kerkûkê bê diyarkirin; çunkî, postê parêzgarê Kerkûkê yê Kurd e û bi navnîşan ji bo YNKê ye. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî