Çareseriya bingehîn karnameya hikûmeta nû ya Iraqê be
2018-10-15 14:52     610 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK û Hevpeymaniya Çaksazî û Avadaniyê li Silêmanî civiyan
Wefda bala ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Kosret Resûl Elî û wefda Hevpeymaniya Çaksazî û Avadaniyê bi serokatiya Seyîd Emar Hekim, îro (15-10-2018) li bajarê Silêmanî li navenda YNKê, civiyan
Di civînê de gotûbêj li ser rewşa Iraqê, pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, beşdariya hemû pêkhateyan û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûra Iraqê de kirin.
Herdu alî hevra bûn li ser amadekirina karnameya berfireh ya hikûmeta nû ji bo çareseriya bingehîn ya pirsan û destpêkirina qonaxekî nû ya hikumranî û proseya siyasî ku têda, Iraq bi hemû pêkhateyên xwe xurt bibe.
Pirsên nêvbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî; pirsa Kerkûk û navçeyên nakokî li serin, cîbicîkirina Maddeya 140 ya destûrê, pirsa neft û xaz û budceya Pêşmerge jî hatin kirin û teqezî li ser di çarçoveya destûra Iraqê de çareseriyê hat kirin.
Di civînê de rola Serok Mam Celal ya di warê bihevrejiyan û bi aştiyane çareserkirina pirsgirêkan de giranbuha hat nirxandin.
Herdu aliyan, teqezî li ser piştevanî kirina Serokkomarê Iraqê û serokê erkdarkirî ji bo pêkanîn hikûmeta nû û serokê Parlementoyê hat kirin, ji bo derbasbûn ji krîz û pirsan û destpêkirina qonaxekî nû li Iraqê.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir