Siyasetmedar Celîl Gadanî koça dawî kir
2020-08-06 13:28     380 Car hatiye dîtin      Şîrove
Siyasetmedar Celîl Gadanî di 76 saliya xwe de koça dawî kir
Siyasetmedar û şoreşgerê navdar yê Kurd Celîl Gadanî, îro (06-08-2020), li Herêma Kurdistanê koça dawî kir.
Celîl Gadanî, kesayetiyêkî siyasî yê Kurd û têkoşerê dêrîn yê Partiya Demokrata Kurdistan ya Îranê bû û paş heftê salan ji xebatê, îro, jiber êşa koronayê, li nexweşxaneyeka Herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest da.
Celîl Gadanî di sala 1934ê de li bajarê Mehabedê hate dinê. Li Zanîngeha Tahranê beşê zimanê fransî qedandiye. Di sala 1948ê de bû bi endamê Partiya Demokrata Kurdistan ya Îranê. Di serdema Heme Reza Şah Pehlewî de jiber çalakiyên siyasî, 13 salan hat zindanîkirin. Di sala 1944ê de ji bo cara yekem, yekemîn xwendingeha nehênî ya şevan li mala wî hatibû durustkirin.
Puknow
Babetên zêdetir