Wefda YNKê û Rewta Sedir li ser çareserkirina pirsan hevra ne
2018-10-14 23:25     524 Car hatiye dîtin      Şîrove
Danûstanên YNKê ji bo pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê didomin
Wefda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (14-10-2018) li Bexdadê ligel wefdekî bala ya Balê Sedir, civiya.
Herdu aliyan bi hûrgilî, gotûbêj li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin û hevra bûn ku hikûmeta nû hikûmetekî teknokrat û xizmetguzariyê be; hewlên ciddî ji bo nehiştina gendelî û nehiştina rûtiniyê bide. Pêşkêşkirina xizmetguzariyê bi xelkê û avadankirina Iraqê karê serekî yê hikûmeta nû be. Pêngavên ciddî û destûrî jî ji bo pêkanîna mafên Kurd û çareserkirina pirsên hilwesîmayî, bên avêtin.
Puknow - mms
Babetên zêdetir