Deriyê gumrikê Birahîm Xelîl bi rûyê geştiyaran hat daxistin
2020-08-04 11:59     496 Car hatiye dîtin      Şîrove
Deriyê gumrikê Birahîm Xelîl bi rûye geştiyaran heta heftiyekê dê daxistî bimîne
Di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna şewba koronayê (covid-19) de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jimareyek biryar stand.
Yek ji wan biryaran jî daxistina deriyê gumrikê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê Birahîm Xelîl e bi rûyê geştiyaran ji bo dema heftiyekê. Lê, alûvêra bazirganiyê dê berdewam bike.
Duyê vê heyvê, Tirkiyê geştên xwe yên asmanî ji bo İraqê heta 1ê Îlona 2020ê rawestand. Hêla Asmanî ya İraqê jî di daxuyaniyek nivîskî de biryara rawestandina geştê diyarkirî ji İraqê bo wî welatî hilweşand.
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên rêgirtinê li zêdetir belavbûna vîrusa koronayê de çûnûhatina navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê rawestand û çûnûhatina navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên İraqê jî ji bo heftiyekê sekinand.
-Hemû navend û noringehên bijîşkî ji bo 14 rojan dê daxistî bimînin.
-Cîhên geştiyarî, park û kafeterya û çayxanê tên daxistin.
-Holên spor, avjenî û kulûbên şevan dê daxistî bimînin.
-Tev merasîmên olî û civakî tên qedexekirin.
-Aşxanê, dê bi rêya dîliverî xizmetê pêşkêş bikin.
-Şofêrên otomobîlan divê maskeyan bikar bînin, berovajî dê bi buhayê 50.000 dînarê İraqî bên cezakirin.
Hevdem li cîhên giştî, hemwelatî pêwîste maskeyan bikar bînin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir