Nadiya Mûrad xelata Nobelê ya aştiyê bidestxist

  2018-10-06 01:03      586 Car hatiye dîtin        Şîrove
Nadiya Mûrad a Kurd xelata Nobelê ya aştiyê bidestxist

Çalakvana Kurd Nadiya Mûrad ku rastî zilm û zordariya DAIŞê hatibû û wek kole serederî ligel de hatibû kirin û paşê ji destê wan rizgar bibû, hêjayî xelata Nobelê ya aştiyê ya sala 2018ê,hat dîtin. 
Bijîşk Koncolî Danis Mokoyîcî ku ji welatê Kongoyê ye, heman xelata Nobelê ya aştiyê wergirt. 
Dr. Koncolî Danis Mokoyîcî ji komara Kongoyê û keça kurd ya êzdîbawer Nadiya Mûrad ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgarbûye, jiber hewlên wan yên ji bo nehîştina zordariya regezî wek çek di ceng û hevrikiya çekdarî de hêjayî xelata Nobelê ya aştiyê hatin dîtin.
Komîteya Nobelê ya Norwecê, Nadiya Mûrad wiha  da nasîn; ew keçekî  Êzdî ye, ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, rastî êşkence û êrişên regezî û zayendiyê hatiye, ev xelat jê re hate pêşkêşkirin ji ber ku qehremantiya xwe bê wêne li ser rewşa xwe ya taybet daye şirovekirin.
Puknow - mms

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî