Mam Celal girîngiyek taybet dida peywendiyên nêvbera aliyên siyasî

  2018-10-03 19:28      356 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bîranîna yekemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal

Bîranîna yekemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal, îro (03-10-2018) bi beşdariya girseya gel li Silêmanî, rê ve çû. 
Kurê biçûk yê serfiraziya netewa Kurd, Qubad Talebanî li aramgeha Serok Mam Celal gotara malbata xwe pêşkêş kir. 
Qubad Talebanî bi van peyvan dest bi axaftina xwe kir: “sala 1981ê ez li Brîtanyayê bûn. Dema zenga derî lê da, min çû vekir. Vegeriyam û min got; zilameke. Paşê bi min dan nîşandan û gotin, ew bavê  te ye. Temenê min çar sal bû ku min bavê xwe yekem car dît û salek beriya niha bo cara dawî, min bavê xwe dît”.
Qubad Talebanî, da zanîn ku jiber nexweşiyê, Mam Celal 5 sal ji siyasetê dûr ket û saleke koça dawî kiriye; lê, me bicîh nehiştiye û rêbaza wî berdewam e û aşkere ye û divê lêkolîn li ser rêbaza wî bikin. 

Qubad Talebanî, diyar kir; Mam Celal,qed ligel durustkirina tevlihevî û aloziyê nebû ye, bi berdewamî xebat ji bo aşbûn û yekgirtin û tebayiya aliyên siyasî dikir. Ji bilî vana, pêş hemû tiştî girîngî bi xurtkirina peywendiyên nêvbera  Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û cenabê Mesûd Barzanî, dida.

Qubad Talebanî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “bi berdewamî Mam Celal destê aştiyê bilind kiriye û pêngavên siyasî ji bo parastina aştiyê û durustnebûna du îdareyiyê, avêtîye. Hemû pêngavên wî ji bo bidestxistina aştiya civaka Kurdistanê bû ye û Mam, mamê me hemûya bû, bila em hemû, çav li wî bikin”.
Puknow - mms

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî