Qedexeya çûnûhatinê ya navbera parêzgehan berdewam dibe

  2020-07-23 16:20      436 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di rojên Cejna Qurbanê de qedexaya çûnûhatina navbera parêzgehan berdewam dibe

Di çarçoveya tedbîrên rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê de Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di rojên Cejna Qurbanê de qedexeya çûnûhatina otomobilan di navbera parêzgehên Herêma Kurdistan; Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareyên serbixwe; Raperîn û Germiyanê de dê berdewam be. 
Hemwelatiyên ku bixwazin serdana parêzgehekî din bikin, divê bi rêya sîstema rêpêdana elektronîk ya malpera Wezareta Navxwe (moi.gov.krd), destûra çûnûhatinê werbigrin.
Hevdem rê bi parlementer, dîplomatkar û ajansên Neteweyên Yekgirtî (NY) tê dayin ku di rojên cejnê de çûnûhatinê bikin. 
Deriyên gumrikê; Perwêzxan, Serzêrî, Seyranben, Kêlê, Pişte û Şûşmê bi rûyê geştiyaran dê daxistî bimînin û tenê dê ji bo çalakiyên bazirganiyê vekirîbin.
Deriyên gumrikê; Başmax û Hacî Omeran bi rûyê ew hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ku li Îranê asê mane û dixwazin vegerin, dê vekirî bin.
Herdu balafirxaneyên nêvdewletî Silêmanî û Hewlerê berdewam dibin li ser rêkxistina ew geştên asmanî û rê bi wan hemwelatiyan Herêma Kurdistanê tê dayîn ku dixwazin ji derveyî welat vegerin û ew hemwelatiyên biyanî ku dixwazin ji Herêma Kurdistanê biçin welatên xwe bi rezamendiya pêşwext.
Herdu balafirxaneyên Silêmanî û Hewlêrê berdewam dibin ji bo asayîkirin û pêşwazîkirin li geştên asmanî yên navdewletî heta roja 01-08-2020ê. 
Ew hemwelatiyên İraqê û biyanî ku bi rêya deriyên sînorî destûra hatina geştiyariyê bi wan hatiye dayîn û ji herdu balafirxaneyên Silêmanî û Hewlerê vedigerin Herêma Kurdistanê, li ser erkê xwe dê pişkinîna koronayê bikin, dê li mal yan odeya xwe a otelê de di karantînayê de bimînin.
Di çarçoveya tedbîrên rêgirtin û xwe parastin ji vîrusa koronayê de deshilat bi parêzger û îdareyan serbixwe tê dayîn ligor rewşê biryara vekirina cîhên xizmetguzariyê bidin û herwiha daxistinê jî.
Puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî