Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din jiber koronayê canên xwe ji dest dan
2020-07-22 01:39     393 Car hatiye dîtin      Şîrove
252 kesên din bi koronayê ketin û 122 nesaxên din yên koronayê baş bûn
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 252 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 13 kesan canên xwe ji dest dan û 122 pêketiyên koronayê jî baş bûn.
Amarên 24 demjimêrên (21-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê:
-Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 252 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 98 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 62 kes, Îdareya Germiyanê 29 kes, Îdareya Raperînê 39 kes, Parêzgeha Duhokê 14 kes, Parêzgeha Helebceyê 10 kes).
-Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 122 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 61 kes, Îdareya Germiyanê 13 kes, Îdareya Raperînê 18 kes, Parêzgeha Duhokê 11 kes, Parêzgeha Helebceyê 19 kes).
-Di 24 demjimêrên bihurî de 13 pêketiyên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 4 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 5 kes, Îdareya Germiyanê 3 kes, Îdareya Raperînê 1 kes).
Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 11361 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 3073 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 7551 kes, Parêzgeha Duhokê 357 kes, Parêzgeha Helebceyê 380 kes).
-Bi giştî 6166 nesaxên koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 2092 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3515 kes, Parêzgeha Duhokê 285 kes, Parêzgeha Helebceyê 274 kes).
-Bi giştî 432 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 80 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 345 kes, Parêzgeha Helebceyê 7 kes).
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir