Di 24 demjimêran de 106 pêketiyên koronayê baş bûn
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 258 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 7 kesan canên xwe ji dest dan û 106 pêketî jî baş bûn.
Amarên 24 demjimêrên (20-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê:
-Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 258 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 162 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 50 kes, Îdareya Germiyanê 34 kes, Parêzgeha Duhokê 2 kes, Parêzgeha Helebceyê 10 kes).
-Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 106 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 61 kes, Îdareya Germiyanê 21 kes, Parêzgeha Duhokê 8 kes, Parêzgeha Helebceyê 16 kes).
-Di 24 demjimêrên bihurî de 7 pêketiyên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 2 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3 kes, Îdareya Germiyanê 1 kes, Îdareya Raperînê 1 kes).
Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 11109 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2975 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 7421 kes, Parêzgeha Duhokê 343 kes, Parêzgeha Helebceyê 370 kes).
-Bi giştî 6044 nesaxên koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 2031 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3484 kes, Parêzgeha Duhokê 274 kes, Parêzgeha Helebceyê 255 kes).
-Bi giştî 419 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 76 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 336 kes, Parêzgeha Helebceyê 7 kes).
Puknow
Metîn Mihemed