Li Herêma Kurdistanê 10 pêketiyên din yên koronayê canên xwe ji dest dan
2020-07-20 02:27     355 Car hatiye dîtin      Şîrove
256 kesên din bi koronayê ketin û 133 pêketiyên koronayê baş bûn
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 256 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 10 kesan canên xwe ji dest dan û 133 pêketî jî baş bûn.
Amarên 24 demjimêrên (19-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê:
-Di 24 demjimêrên bihurî de 256 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 124 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 58 kes, Îdareya Germiyanê 34 kes, Îdareya Raperînê 13 kes, Parêzgeha Duhokê 15 kes, Parêzgeha Helebceyê 12 kes).
-Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 133 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 63 kes, Îdareya Germiyanê 22 kes, Îdareya Raperînê 16 kes, Parêzgeha Duhokê 10 kes, Parêzgeha Helebceyê 22 kes).
-Di 24 demjimêrên bihurî de 10 pêketiyên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 4 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 4 kes, Îdareya Germiyanê 2 kes).
Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 10851 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2813 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 7337 kes, Parêzgeha Duhokê 341 kes, Parêzgeha Helebceyê 360 kes).
-Bi giştî 5938 nesaxên koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1970 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3463 kes, Parêzgeha Duhokê 266 kes, Parêzgeha Helebceyê 239 kes).
-Bi giştî 412 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 74 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 331 kes, Parêzgeha Helebceyê 7 kes).
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir