YNK û Hevpyemaniya Dadperwerî û Demokrasî ji bo yekgirtinê civiyan
2018-09-14 22:04     293 Car hatiye dîtin      Şîrove
Danûstanên yekgirtinê ya nêvbera YNK û Hevpeymaniya Dadpererî û Demokrasiyê
Wefdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Hevpeymaniya Dadperwerî û Demokrasiyê, îro (14-09-2018) li Silêmanî, li mala Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, bi amadebûna Dr. Berhem Salih, civiyan û gotûbêj li ser yekgirtinê kirin.
Herdu aliyan bi danezaneke aşkere kirin ku çareserkirina alozî û pirsgirêkên li Kurdistanê û pirsên ku rûbirû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dibin, gotûbêj kirin e.
Herdu aliyan, li ser rêkxistina nêv mala Kurd di çarçoveya rêkeftinên hemû aliyan de ku yekrêziyê pêşbixin û hevpar bin, biryara domandina hevdîtinan dan.
Puknow
mms
Babetên zêdetir