Fraksiyonên YNK û PDKê bomberankirina Koyê şermezar kirin

  2018-09-08 18:59      285 Car hatiye dîtin        Şîrove
Beyannameyên hevbeş yên YNK û PDKê

Herdu fraksiyonên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê, bi du beyannameyên hevbeş piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwepêşanderên Besrayê nîşan dan û êrîsa bo ser kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Koye, şermazar kirin. 
Parlementerên YNKê û PDKê di beynnameya hevbeş de piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwepêşanderên li Besrayê ku daxwaza xizmetguzarî û nehiştina gendelî û çareserkirina pirsgirêkên bajarê xwe dikin, anîn zimên. Herwiha, xemgîniya xwe li beramber şehîdbûn û birîndarbûna xwepêşanderên Besrayê, ragihandin.
Di danezana duyem de herdu Fraksiyonên YNKê û PDKê, bomberankirina Koye (08-09-2018), şermezar kirin ku hemwelatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê bûne armanc û jimareyek ji hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd û birîndar bûne. 
Parlementerên YNKê û PDKê daxwaza rawestandina wan êrişan dikin û sersaxiyê li kesûkarên şehîdan dikin û hêviya, bi zûyî başbûnê ji bo birîndaran dixwazin. 
Puknow 
mms 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî