Li navenda bajarê Silêmaniyê çûnûhatina otomabîlan hat qedexekirin

  2020-06-24 19:20      253 Car hatiye dîtin        Şîrove
Roja Pêncşemê qedexeya çûnûhatina otomobîlan tê cîbicîkirin

Parêzgariya Silêmanî, îro, bi giştînameyekê, ragihand ku di çarçoveya tedbîrên rêgirtinê li zêdetir belavbûna vîrusa koronayê de sibê (25-06-2020),  li navenda bajarê Silêmaniyê dê qedexeya çûnûhatina otomobîlan bê cîbicîkirin. 
Di giştînameyê de hatiye diyarkirin ku hemwelatî li gor rênîşanên xweparêzî û tenduristiyê, bi peyan dê bikaribin biçin û bên û bazarê bikin.
Ev biryar di demekê de ye ku hejmara pêketiyên bi koronayê rojbiroj li sînorê Parêzgeha Silêmanî zêde dibe.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî