Dema destpêkirina pêvajoya bangeşeya hilbijartinan hat paşdexistin
2018-09-04 20:17     305 Car hatiye dîtin      Şîrove
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, dema destpêkirina propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryar bû sibê (05-09-2018) destpê bike, ji bo hefteyekê paşxist.
Peyivdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar di civînekê çapemeniyê de ragihand; di civîna îro (04-09-2018) ya komisyonê de bi piraniya dengan proseya propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji bo hefteyekê hatiye paşxistin.
Herwiha, da zanîn ku roja 11 Îlon 2018’ê aliyên siyasî dê dest bi propagandaya hilbijartinan bikin.
Amadekar: Metîn Mihemed
puknow
Babetên zêdetir