Jiber koronayê di rojekê de 16 kesan canên xwe ji dest dan

  2020-06-17 21:32      312 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di 24 demjimêran de 166 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 16 nexweşên din yên koronayê canên xwe ji dest dane û 166 kesên din jî bi êşa koronayê ketine. 
Wezareta Tenduristiyê, daxuyand ku di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 16 (Hewlêr 5, Silêmanî 10, Raperîn 1 ) kesên din canên xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere jî kir ku di rojekê de 166 kesên din bi vîrusa koronayê ketine. Li parêzgeha Hewlêr 29, li parêzgeha Silêmanî 89, li Îdareya Germiyan 35, li parêzgeha Duhok 1 û li parêzgeha Helebce 12 haletên nû yên pêketina bi êşa koronayê hatine tomarkirin. 
Hirwiha, diyar kir ku li Silêmanî 4, li Îdareya Germiyan 4 û li Helebceyê 11 bi giştii 19 nexweşên koronayê baş bûne. 
Bi giştî li Herêma Kurdistanê, hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gîhişt 2821 kesan. Ji wana 1123 kes baş bûne û 75 kesan jî (Silêmanî 63, Hewlêr 12) canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî