Mela Bextiyar

Dawî bi gotara kevn hatî ye

  2019-11-07 02:01      424 Car hatiye dîtin        Şîrove

Çarîkekê sedsalê ye ku guherînên giştî yên aborî, siyasî, civakî û teknolojiyê, bandora xwe li hemû cîhanê dike. Em dikarin bêjin, paş peywendiyê înternetê û rakişandina hêla înternetê ji bo Kurdistanê (1992-2019), hêdî hêdî guherîn li Kurdistanê jî bi taybetî di metodên xwendin, perwerde, hizra civakî de her wiha di medyaya Kurdistanê jî de tên dîtin.

Ji paş serhildanê (1991) û vir ve, ev yek hatiye rojevê û neslê duyem yê serhildanê jî ber bi durustbûnê ve ye.

33 zanîngeh li Kurdistanê hen e. Bi sedan hezar kes zimanê îngîlîzî û bi dehan hezar kes jî zimanên din yên biyanî dizanin. Kêm hevwelatî hen e, telefonên wan yên destî nebin û feysbûkên wan nebin û watsapên wan jî nebin. Rêyên ji bo rêwitiya derveyî welêt hatine vekirin û bi milyonan kes salane rêwîtiyê dikin û dinyayê dibînin.

Ji 2011’ê ve, bi nav Bihara Erebî ketiye rojev ê, wa qonaxên duyem yên serhildanan; Cezaîr, Lubnan, Sûdan û İraq jî girtiye bergeha xwe. Sloganên xwepêşanderan diyar e ku rengvedanên (encamên) guherînên serdemê ne; di jêr bandora sosyal – medyayê de ne û bi ser çi partî û mezheb û deshilatdariyê de nînin.

Lê... hêj hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, hetta Hikumeta Herêma Kurdistanê jî çarekîkekê sedsaleyê siyaset û deshilata xwe, ligor erkên serdemê neguherî ne. Gendel ne ketine, dengê fire fira mijexuran bilind e, derfetperestî bûye rastbêjî.

Ji wana jî seyrtir û matmayîtir... praniya aliyên siyasî û karbidestan, hêj qonaxa gotara “Ey Reqîb” bi cîh nehiştin e.

Eger pisporek sed gotarên siyasetmedarekî yan karbidestekî di nêv partiyan û hikûmetan de yên di salên bihurî de binirxîn e, bi hesanî dikare biselmîn e ku naveroka gotarên wan yek armanc û yek arasteyê... Ew jî naverok û arasteya gotara kevin ya klasîk e.

Birêzan!

Ji bo xwederxistin ê, neşînin bi dû organan ku axaftinên kevn ji bo we bikin. Kireya otomobîlê nedin, da ku cîhên civînan qelebalix bikin. Evroj, gellek warên (rêyên) din hene ji bo hûn gotarên xwe bigihînin... Bi kurtî dibêjin: dev ji gotarên kevn berdin. Biçin bixwînin, haydar bin ji fêrgehên rexne yê. Bi felsefeya siyasî ya nû xwe perwerde bikin. Teknîkên nû ya medya û perwerdeyê bi kar bînin. Karê we bi wê xelas nabe, simsarên feysbûkê bi kirê bigrin ji bo ku wêne û nûçeyan we belav bikin. Wêne û nûçe ne grîng e. Grîng, ew mijare ku behs dikin. Ew nerînên nû ne ku tînin zimên. Grîng têgîhiştina we ye ji guherînên serdemê û sosyal – medya yê. Wa em dibînin, ew karbidestên li Bexdad û Cezaîr û Lubnan ê, xwediyê simsarên feysbûkê bûn, yan xwediyê hêzên çekdar yên taybet bûn... Yaxûd, teketûlên wan hebûn, wa em çarenivîsa wan dibînin çi bi serê wan hatiye. Da ku ders ji wan bê wergirtin. Lewra, tîkaye... dev ji gotarên şkeft û gotarên kevn ber din... Aqlê we bê pêş... Çunku, aqlê neslê nû li pêş e!

Puknow

Werger - Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê‬ Mela Bextiyar
2020-11-02 19:08      421 Car hatiye dîtin

Mam.. Azadiya te baş‬ Mela Bextiyar
2020-10-04 20:49      272 Car hatiye dîtin

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye‬ Mela Bextiyar
2020-02-16 20:22      424 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      413 Car hatiye dîtin

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan‬ Mela Bextiyar
2019-12-21 13:22      643 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      386 Car hatiye dîtin

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!‬ Mela Bextiyar
2019-11-02 16:37      472 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      508 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      443 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      424 Car hatiye dîtin



Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan‬ Mela Bextiyar
2018-12-05 13:44      483 Car hatiye dîtin

Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      546 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      474 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      389 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      435 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      447 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      446 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      703 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      530 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      831 Car hatiye dîtin

YNK û destbidestkirina deshilatê‬ Mela Bextiyar
2018-01-11 02:17      532 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      465 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      500 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      499 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      739 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî