George Bushê bav, roja 30-11-2018’ê koça dawî kir. Axaftina Amerîka û hemû cîhenê li ser koça 41’mîn Serokê Amerîkeyê, hebû. Ez dixwazim, wekî kurdekî, behsa ew aliyê ku li ser koça serok Bush nehatiye behskirin, behs bikim.
Çepên cîhenê di sedsala bistan de bi berdewamî dijî welatên bihêz yên sermayedariyê bûn. Dijî hikûmetên paşayetiyê bûn û armanca me a serkeftina hikûmetên komariyê hebû. Lê, bûyerên dîrokê me ji xewa bîrdoziyê (îdolojiyê) şiyar kir.
Temaşe bikin:
Ku Şerê Yekem bidawî dibe, serokê Amerîkayê “Word Wilson” di Civata Gelan de daxwaza çareserkirina pirsên Kurd, Ermen û Filîstînê dikir; di wê demê de Şoreşa October û Lenîn, piştevaniya Rejîma Kemalîstan dikir û rêkeftinnameya Lozanê qebûl kir û şoreşa wan ya çekdarî li beşên Kurdistanê bi destê Brîtanya dizanî. Lê, serkirdeyên partiya kominîst û çepên Kurdistanê di serdama şoreş û rizgarî û paşan PDKê, heta herifîna Bloka Sowyetê bi şan û hêzezendê pêsnê Sowyetê didan û dijayetiya Amerîka û Brîtanyayê dikirin.
Ti caran stratejiyekê Sowyetê ji bo çareserkirina Pirsa Kurd nebû ye. Dibe ku peywendiyên wan yên baş ligel dagirkeran jî hebû ye. Lê, bi nav beşek ji çepên Kurdistanê, nekarîn xwe ji bandara naguherparêziya (dogma) bîrdoziyê rizgar bikin û çavên xwe di astê bûyerên Rojhilata Navîn de girtibûn.
Stalîn ligel Seltenata Qewam a serokwezîrê Şah lihevtên û komarên Kurdistan û Azerbaycanê difroşin; mixabin, piştî wê jî, çepên Rojhilatê Kurdistanê û Başûr jî bi aqil nebûn û ji bandora tirsinak a Sowyetê rizgar nebûn. Paş mirina Stalîn, Sowyet, heta diherife, bi bahaneya ber bi sosyalîzmê ve ajotina welatên sermayedariya dewletiyê, piştevaniya dagirker û serkutkerên demokrasiyê dikir.
Heta şerê sar wiha dibe, rojava û rojhilatê Cîhanê, binpêkerê mafê çarenivîsa me û dijminê xebata demokratîk ali Rojhilata Navîn bûn. Çunkî, ji bêhna neftê, zêdetir bêhna ti tiştekî din nedikirin!!
Paş şerê sar, berjewendiyên welatên mezin ji bo kontrolkirina bazarên Rojhilata Navîn veguherî bi siyasetekî sermayedarî ya cûrê nû û behsa sîstema nû ya cîhanî jî dikirin (beriya cîhangiriyê). Tew, heta dawîn qeleya sosyalîstiyê neherifî, ev sîstema totalitariyê devê xwe ji axoya sermayedariya dewleta Beas û beasiyên asayii, dernedixist.
Ya baş ewe, berjewendiyên aboriyê gellek caran ji neçarî şaşitiyên siyasetê rast dikin. Paş şerê sar, hevkêşa aborî û siyasî hatin guhertin. Rêk di wê demê de, Seddam şaşitiyekî stratejîk kir û Kuweyt dagir kir. Hesabê Seddam yê serdemê şerê sar bû. Nedizanî, berjewendî û siyaset diguherin. Êdî, paş dagirkirina Kuweytê, bextê Kurd vebû. Serokê koçkirî yê berê yê Amerîkayê di vê şertûmercê de rolekî dîrokî ji bo şikesta Artêşa Iraqê gêrand. Di vê demê de, Gorbaçovê perestroykayê, her mijûlî çûnûhatinê bû li derûdora Seddam, Esed û serokên din yên dîktator. Wate: Cîhan hatibû guherin. Lê, çi guherîn bi ser siyaseta rastgîriya caran ya Sowyet û Rûsyaya wê demê, hem di dema enfal, kîmyabaran û hem di dema koça 1991’ê de nehat. Biryara 688’ê Fransa û Amerîkayê da û navçeya dijefirînê sepandin. Neft li beramber xurekê pêk anîn. Federalî pejirandin. Rêkeftinnameya Waşîngtonê sepandin.
Dema, awir li wê sedsalê û paş şerê sar tê dayîn, sûda dewletên sermayedariyê ji bo mê gellek bû, lê, ziyana welatên komarî ji ya serdemê paşayetiyê zêdetir bû. Lewre, divê em bêjin: wefaya hinek hêz û siyasetmedaran, hîç nebe bi qasî seyê Bushê bav, ji bo serok bav û kur hebe ku me ji Seddam xelas kir.
Puknow
Metîn Mihemed