Qubad Talebanî

Bi nerîna min YNKyîbûn

  2021-06-03 13:18      504 Car hatiye dîtin        Şîrove

Salane di salroja damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de em hemû meydanan pir dikin ji diruşm û bîranînên dîrokî. Îsal, min bîr li wê kir ku bi awayekî din vê bîranînê bînim zimên û hewl bidin bi nerîna xwe pênaseyekî ji bo YNKyîbûnê bikim.

Li cem min, YNKyîbûn pir bi sadeyî wêrekiye beramber astengiyên cûrbicûr. Partiyek ji bo dijderketina rejîma herî hov durust bûbe, paşê jî bûbe beşek ji sedemên herifandina wê rejîmê, wê yekê nîşan dide ku wateya YNKyîbûn wêrekî û rûbirûbûna astengiyan e.

Eger YNKyî bî, vêca YNK partiya berpirsyariyê ye, lewra divê zend û bendê xwe vemalîne û milê xwe bide ber û bi kirdar rûbirû alozî û rêgiriyan bibe . Gotinekî Kurd heye: “bi rîh nîne bi îş e”.

YNKyîbûn bê cûdahî xizmetkirina Civaka Kurdistanê ye. Ev partî tenê ji bo xwe nehatiye damezrandin, tenê ji bo serkirde û endamên wê dewlemend bike nehatiye rojevê, mulkê bajar yan eşîretek yan binemalekê nebû û nabe, berovajî xizmetkarê hemû çîn û tebeqeyên Civaka Kurdistanê ye. Ev partî ji bo azadî, demokrasî, mafê mirov, mafê çarenivîs û dadperweriya civakî durust bû ye.

Jiber vê, niha pêwîstiya me bi hilsangandinê heye; kîjan ji wan armancên serekî pêk hatiye, daku em biçin ser armancê din û kar ji bo wê bikin? Eger em rêjeyekê diyar bikin ji bo heryek ji wan armancên hanê, hûnê çend bidin bi her yek ji wan a? Heta çend razîne ji ew azadiya li Kurdistanê heye? Heta çend bi me wiha ye Kurdistan ber bi demokrasiyê ve çû ye? Çend maye, daku em bêjin; em partiyekî demokratîk in li nêv Herêma Kurdistan û li welatekî demokrasiyê ne? Pîver çi ne ku em berhev dikin ji bo hilsengandina astê demokrasiyê, çi li nêv partiyê û çi li nêv hikûmetê? Heta çend em parêzerê mafê mirov bûn?

Ligor min wiha nîne, jiber ku me kongre saz kir û hilbijartinê dikin, em bûn bi demokrat yan baweriya me bi demokrasî hebe, çunkî pir caran hêzên nedemokrat jî hilbijartinê dikin û kongreyê jî lidar dixin.

Vêca YNKyîbûn ji bo min bawerîkirin û karkirin jî ye bi wan armanc û pirensîpen ku ji bo wê durust bûye; tenê ne axaftin yan pitepit û telîqlêdan e. YNKyîbûn karkirine ji bo wan buha û baweriyan  û guncandina jiyana xwe ye di wê çarçoveyê de. Nabe, em bêjin; em demokrasî û azadiyê ji bo welêt dixwazin, lê li nêv mala xwe yan li nêv partiya xwe yan jî li cîhê karê xwe, zalim bî û dîktator bî.

YNKyîbûn, ji bo min hunera birêvebirênê jî ye. Raste YNK bi armanca, azadî ji bo İraq û demokrasî ji bo Kurdistan durust bû ye; lê, ji sala 1992ê virve di lûtkeya deshilata cîbicîkirinê de bû ye heta niha. Civaka Kurd çaverê ji YNK dike, jiyan û debarê ji bo wan baş bike, neku weku wan gilî û rexne bigrin. Organên partiyê, kadroyên partî, şandeyên partî ji bo nêv hikûmetê, berbijêrên partî ji bo parlementoyê, divê bi awayekî kirdar, rojane bu ruhê dewletdarî û berpirsyariyê kar bikin, tenê ne bi druşmbaziyê.

Divê em beşê xwê ji erkê rastkirina barê xwar yê siyasetkirin û hikumraniya li Kurdistan û İraqê bixin ser milên xwe; ev jî bi dirêjkirina tiliya tometê ji bo yekûdu û şikandina yekûdu bi rêya medya û sosyal medya yan dijayetiya nêv organên partiyê pêk naye. Berovajî, bi wê yekê pêk tê ku YNK hest bi wê berpirsyariyê bike ku hez bikin yan na, taze li ser milên me ye û beşek bi bandorê di rêveberina Herêma Kurdistanê de. Ev armanc jî bi vê pêk tê ku bandora me li ser arastekirina civaka me hebe berev civakekî aram, aştîxwaz û xwedî bîrûraya xwe ku tendurist û bi bandor be.

YNK qed di wê baweriyê de nebû ye ku dibe yan nabe bi tenê serê xwe van hemû berpirsyariyan bigre stuyê xwe. Ji bo serkevtinê di cîbicîkirina erk û berpirsyariyên xwe û pêşkêşkirina xizmeta zêdetir de YNK di raboriyê de û niha û siberojê, pêwîstî bi hemahengî û hinek caran jî bi hevpeymaniyê hebû ye, çi yê nêvxweyî û çi yê nêvdewletî. Ev jî vêya ji me dixwaze, jîrane û wek Mam gotiye: agahiyeka me li firehiyê be, piştgrêdan bi hilsengandinên jîrane di derbarê hêza xwe û yar û neyaran de biryarê durust bidin.

Qed nabe rê bi qerebalixiya sosyal medya bidin ku zal be bi ser aramiya bîrkirina me û mantiqê biryarên me. Avahiyek mezin bi çendin heyv, hinek caran bi çend salan tê durust kirin; lê, bi rojekê tê herifandin. YNK 46 sale peywendiyên xwe yên siyasî û dîplomasî bihêz dike, niha em çawa dikarin kar bikin ji bo zêdetir xurtkirina wan? Ragihandina hevpeymaniyê ligel Tevgera Goran û lihevtêgîhiştîna me ligel hin aliyên siyasî, pêngavek pir giringe û pêwîst bû, pêwîstiya me bi zêdekirina pêngavên bi vî awayî heye. Ji vê jî giringtir ji bo em bigihêjin perên aramiyê, hewceyê zêdetir kar bikin ji bo asayîkirina rewşa siyasî û medyayî li Kurdistanê.

Astê peywendiyên dîplomasî yên YNKê rojbiroj xurtir dibe; lê, pêwîste giringiyek zêdetir bidin peywendiyên xwe yên ligel aliyên siyasî, kesayetiyên siyasî û olî yên beşên din yên İraqê jî.  Di salên bihurî de veberanînekî zêde ji bo wan peywendiyan hatibû kirin ku eger bi berdewamî pare bi wan neyê dayîn, vêca reng diavêjin û sar dibin û hewl bi heba diçin.

Serencam, hevalan! bila herdem em vê bînin bîra xwe ku YNKyîbûn imtiyaz nîne, erk û berpirsyarî ye. Erk û berpirsyarî jî pêwîstî bi pêngavê kirdarî heye, ne tenê bi teorî û peyamê mîdyayî.

Mixabin, min dixwest vê bîranînê li Kurdistanê bibîr bînim; lê, dema ez vê dinivîsim, ez bi erkê xwe ve rabûme û li Bexdadê de me ji bo domandina gotûbêjên me û mîsogerkirina mafên rewa yên Civaka Kurdistanê.

Pîroz be salroja damezrandina YNKya me.

Her şad û serbilind û serkevtî bin.

 

Puknow

Wergêr: Metîn Mihemed

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî