Ehmed Refîq

Roja Şehîdên YNKê.. Rojek ji bo Şehîdên Kurdistanê!

  2020-11-19 21:44      292 Car hatiye dîtin        Şîrove

Di dîrokê de ku behsa qurbaniyên gelên Cezaîr, Viyetnam û Filîstînê tê kirin, divee ew roj jî bê bi serfirazî behsa qurbanî û canfedayiya Gelê Kurdistanê bê kirin! Ji bilî vê jî li ser astê herêmê ku behsa xebat û têkoşîn û qurbaniyên gelên Rojhilata Navîn tê kirin, bi bê navanîna qurbaniyên Gelê Kurd û di nêv Gelê Kurdistanê jî de bi bê navanîna “şehîdên YNKê” her axaftinek li ser wê mijarê, dê şaş û ne kamil be.

Damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975ê de bi raberatiya Serok Mam Celal, raberê tevgera rizgarixwazî ya Gelê Kurdistanê, werçerxanek çawanî bû di cûr, awayê xebat û têkoşîna Xelkê Kurdistanê de?

Hatina YNKê ji bo meydanê di an û satekê de bû, çend heyvek bû jiber pîlanên nêvdewletî, Şoreşa Îlonê hatibû tefandin û beserûber bibû. Helbet di wê serdemê de çi rûnakiyek ji bo Gelê Kurdistanê nema bû, daku bi saya wê vebihise. Di vê rewşê de YNK hat û gurzek li tarîkiyê şevê da û ji nû ve coş û hêviya kurdayetiyê bi guhê nehezên Gelê Kurdistanê çingand.

Di heyama temenê xwe de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), wek rêxistinekî siyasî, çekdarî û girseyî, bi hemû karina xwe, gellek qurbanî daye ji bo nehiştina wê zulm û neheqiyê ku çendîn sale dijî netewa Kurd tê kirin. Ji bo vê armancê jî zêdetir ji “bîst û yek hezar” şehîdên egît û têkoşêr bi Kurd û Kurdistanê bexşiye! Her wê jî wiha kir ku nasnavê partiya şehîdan lê bê kirin!

Lewre, şaş nabe ger bêjin; roja Şehîdên YNKê, rojeke ji bo Şehîdên Kurdistanê! Roja peyman û wefayê ye ji bo wan qehreman û têkoşerên ku ji bo parastina Kurdistan û xelkê wê giyanên xwe yên pak kirin qurbanî.. Ev jî nayê wê wateyê; ji xebat û qurbaniyên partiyên din yên têkoşer yên Kurdistanê kêm bikin; berovajî çi şehîdên YNKê û çi şehîdên partiyên din yên tekoşer yên Kurdistanê, her hemû bi bê cûdahî, şehîdên rêya Kurdistanê ne û taca serê me hemuyan e û di bîranîn û hizra me de her dê bi zindî bimînin!

Di vê bîranînê de slavên xwe ji bo ruhê pak û bilindfrî yên şehîdên YNKê û tev şehîdên rêya Kurd û Kurdistanê re dişînin û serê rêz û wefayê ji bo wan diçemînin.

Puknow

Werger: Metîn Mihemed

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî