Pênase

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan’partiyeka sosyal demokrata gelê Kurdistana Îraqê ye’ pêsengiya nûneratiya karker û rencderan û bîr û nêrînên civakê têdikoşe ji bo temam kirina erkên rizgariya niştimanî û sîstema dîmukrasî skolar ‘avakirina civaka pêşketî ya guncaw digel şert û mercên niha ya cîhanê de’ berdewamiya xebata ku destpê kirî bighêje bi dest xistina wekhevî ya civakî ‘ji bo kû bi karibe li gel bingehên bihevre jiyana aştiyane ya wekhev kû xwe ji dabîn kirina jiyaneka xweş ‘ parastina mafên mirov ‘ mafên tak ‘wekheviya jin û zilam ‘ wekhevî li pêşberî zagonê bibîne ‘ hevdem xebat dike bo: dabîn kirina wekjhevî ji fersendên kar ‘pêşxistina serbixweyiya take kes’ nehêştina çewisandin’ ji kokê rakirina regezî û çînayetî û neteweyî ‘ li aliyekê din ve Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê kû partiyeka Kurdistanî û qada kar kirina Kurdistana Îraqê û tevahiya Îraqê ye jî ‘ erkek di li ser milê wê ye ‘ kû girêdayî erkên din yên Kurdayetî ye ‘ ew jî têkoşane ji bo çespandina komara Îraqa demokrata Federalî û parlemanî, kû bingehên wê di çerçoveya destûr de hatiye bi cih kirin.

Ji ber kû qada Îraqê jî beşek ji wê qada sereke dizane kû têde berevanî ji destkeftên demokrasîya gelên Îraq û gelê Kurdistanê dike, heta kû bingehên welatî bûn li Îraqê nebin bingeha jinav birina wan cudahiyên kû li dewletên gelek netew û gelek ol û gelek mezheb hene, belkî bibin bingeha welatî bûneka cîgir liser bingeha mafên sivîl yên hevçerx.

Tevahiya wan şirovên jorê weke şiroveyeka tev alî, di heman demê de , şiroveyeka yek pakêcî dikare bibe bingeha cîhan bîneyeka sosyal demokrat ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê weke rêxraweka demokrata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê, kû sosyalîzim bi bingehên demokratîk û demokrat jî bi alî yên civakî ve girê dide û zemîneyên veguhestineka bê hejîna civakî ya bi ziyan, ji bo sosyalîzim, di dahatiya dûr de çê dibe.


Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî